MGK ji bo plana nû ya 'Pêvajoya Aştiyê' bi serokatiya Erdogan dicive

Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) îro di bin serokatiya Serokkomar Erdogan de dicive. Rojeva sereke ya civînê pêşnûmeya “Qanûna Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ye ku pêşkeşî Meclisê hatibû kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lijneya Neteweyî ya Ewlehiyê (MGK), piştî pêşkeşkirina pêşnûme qanûna ku di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hatiye amadekirin, îro saet di 15.30'an de bi serokatiya Serokkomar Tayyîp Erdogan dicive.

Di çarçoveya vê pêvajoyê de, pêşnûmeya bi navê “Qanûna Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” pêşkêşî Meclisê hat kirin.

Ev pêşnûme wê roja Înê di Komîsyona Edaletê de bibe mijara gotûbêjê û piştî pejirandina komîsyonê, wê ji bo Lijneya Giştî ya Meclisê re bê şandin.

Hat diyarkirin ku piştî biryara MGK'ê ya têkildarî çekdanînê, wê 12 xalên vê pêşnûmeyê bikevin meriyetê.

MGK di civîna xwe ya îro de, li gel vê pêşnûmeyê û nexşerêya dema pêş, wê geşedanên herêmî û navneteweyî jî binirxîne.

Tê payîn ku di daxuyaniya fermî ya piştî civînê de cih bidin hûrgiliyên li ser vê pêvajoyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye