Civîna bilind a li Beştepeyê
Di çarçoveya "Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" (Qanûna Hejmar 7595) de ku di 18'ê Tebaxa 2026'an de ketiye meriyetê, Lijneya Şopandin û Tespîtê cara yekem civiya. Civîn li Koşka Beştepeyê di bin serokatiya Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz de hat lidarxistin.
Di vê civîna krîtîk a ku sê saet û nîvan berdewam kir de, rayedarên herî bilind ên dewletê amade bûn. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çîftçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî yê MGK'ê Oktay Memiş di civînê de cih girtin.
Çar Jêr-Komîsyon Hatin Avakirin
Piştî civînê di daxuyaniya nivîskî de hate diyarkirin ku ev pêvajoya dîrokî bi vîzyona jiholêrakirina tundûtûjî û çekan dimeşe û ji bo rêveçûn û çavdêrîkirina pêvajoyê, biryar hate girtin ku çar jêr komîteyên nû yên wekî Jêr Komîteya Koordînasyona Karûbarên Edlî û Hiqûqî, Jêr Komîteya Çavdêrîkirin û Tesbîtkirinê, Jêr Komîteya Yekbûyîn û Ahenkbûna Civakî, û Jêr Komîteya Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk werin avakirin; her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku saziyên dewletê dê bi hevrêziyeke tam û bi biryardarî van gavên dîrokî yên ji bo yekbûna civakî bidomînin.
Daxuyaniya Buldan: Ocalan dê di komîteyê de be
Li aliyê din, Cîgira Serokê Koma Parlamentoyê ya DEM Partiyê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, derbarê pêvajoyê de daxuyaniyeke girîng da. Buldan di 20'ê Tebaxê de ragihand ku Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan jî dê bibe endamê "Jêr Komîteya Bêçekkirin û Siyasîkirinê" ya ku di çarçoveya vê pêvajoyê de tê avakirin.