Li gorî raporên mafên mirovan, Şaxa Yekemîn a Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sarî di 19'ê Tebaxa 2026'an de biryara xwe ya dawî li ser doza 12 welatiyên Baheyî eşkere kir. Dadgehê ev kes bi hinceta "çalakiyên perwerdehî û propagandayê" yên girêdayî baweriya Baheyî sûcdar dîtin. Rûniştinên dadgehkirinê di navbera 10 û 12'ê Tebaxê de hatibûn lidarxistin.
Di çarçoveya vê biryarê de, Raquel Ataian bi 4 sal girtîgeh û 10 sal qedexeya mafên civakî, 11 welatiyên din jî her yek bi 2 sal û 15 roj girtîgeh û 6 sal qedexeya mafên civakî hatin cezakirin.
Ev doz, ku ji sala 2022'an ve berdewam dike û zextên li ser Baheyiyan zêde kirine, di demekê de pêk hat ku pisporên NY'ê beriya niha fikarên xwe yên kûr li ser girtin û çewisandina endamên vê baweriyê anîbûn ziman.