Keştiyek li nêzî Umanê rastî êrîşekê hat

Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtaniyayê daxuyand ku keştiyek li Tengava Hurmizê li nêzî Umanê rasî êrîşekê hat. Her wiha CENTCOMê jî diyar kir ku heta duh wan rêya 71 keştiyan li Tengava Hurmizê guhertiye. Kelperê jî da zanîn ku trafîka keştiyan li Tengava Hurmizê gihîştiye asta herî nizm.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtaniyayê roja 25`ê tebaxê, ragihand ku keştiyeke petrolê bi qasî 9 mîlên deryayî li bakur-rojhilatê navçeya Şîse ya Umanê li nêzî Tengava Hurmizê ji hêla mûşekeke nenas ve hat armanckirin û di encama êrîşê de keştî ji kar derket.

Rêxistinê diyar kir ku ev êrîş zirar gihand motorê keştiyê.

Lê ekîba keştiyê bi tevahî ewle ne.

Vê rêxistinê daxuyakirin ku heta niha ne diyar e ka vê bûyerê çi bandor li jîngehê kiriye.

CENTCOM: Me rêya 71 keştiyên bazirganiyê guhert

Her wiha Baregeha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM, ragihand ku heta roja duşemê 24ê tebaxê, hêzên Amerîkî di çarçoveya pêkanîna dorpêça li ser Îranê de, wan rêya 71 keştiyên bazirganiyê guhert, sê ji wan ji kar derxistine û derbasî duyên din bûne.

CENTCOMê lê zêde kir ku ji zêdetirî 40 keştiyên ku alîkariya mirovî hildigirtin re jî destûr hate dayîn ku derbas bibin.

Kelper: Trafîka keştiyan di Hurmizê re daketiye asta herî nizm 

Li gorî kompaniya şopandina keştiyan Kelper, di demên dawiyê de, trafîka keştiyan a di nav Tengava Hurmizê re di du rojên borî de daketiye asta herî nizm ji berî sê mehan û heta niha.

Kompaniya Kepler piştrast kir ku roja duşemê tenê keştiyeke barhilgir ji Tengava Hurmizê derbas bûye.

Guterres: Divê rêz li mafê keştîvaniyê were girtin

Têkildarî mijara Tengava Hurmizê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres der barê trafîka li Tengava Hurmizê de nirxandin kir.

Antonio Guterres tekez kir ku bikaranîna bê astengî ya maf û azadiya keştîvaniyê li tengavê yek ji stûnên aştî, ewlehî û serfiraziya hevpar e û divê rêz lê were girtin.

Di dawiyê de, Guterres diyar kir ku êrîş û astengiyên li ser trafîka deryayî ya li Tengava Hurmizê û Deryaya Sor tevgera enerjiyê û kelûpelên din ên bingehîn sînordar kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye