Îranê hişyariyeke tund da Amerîkayê

Artêşa Îranê, hişyariya xwe bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê der barê destwerdana di rêvebirina Tengava Hurmizê de dubare kir û got ku eger ew destwerdanê bikin, dê rastî êrîşên tund bên.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, alozî, nakokî û gefxwarin, bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin.

Vê carê artêşa Îranê, gefa bersivên tund li Amerîkayê xwar.

Artêşa Îranê, hişyariya xwe ya ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê der barê destwerdana di rêvebirina Tengava Hurmizê de dubare kir.

Artêşê, got ku eger ew destwerdanê bikin, dê rastî êrîşên dijwar bên.

Ev pêngav wekî gava herî dawî ya zêdekirina aloziyê tê dîtin, piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyara agirbestê ya Îranê red kiribû.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebû Fazil Şikarçî, di hevpeyvîneke televîzyonî ya ligel ajansa fermî ya IRNA’yê de, axivî û wiha anî ziman: 

Şikarçî: Amerîkî dê nikaribin destwerdana birêvebirina Hurmizê bikin 

"Amerîkî dê ti carî nikaribin destwerdanê di birêvebirina Tengava Hurmizê de bikin.

Eger destwerdanê bikin jî, dê bi lêdan û derbên tund re rûbirû bibin.

Her keştiyeke ku hewl bide ji derveyî wê rêya ku ji aliyê Îranê ve hatiye diyarkirin derbas bibe, dê ne di ewlehiyê de be."

Îranê heta niha destdirêjî li ser serweriya ti welatekî cîran nekiriye

Bersivên Îranê, berjewendî û tesîsên Amerîkayê yên li wan welatan kirine armanc."

Her wiha Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê behsa pêşveçûna artêşa Îranê ya di salên dawî de kir û wiha domand:

Şikarçî: Hêzên çekdar ên Îranê gelekî xurttir bûne

"Hêzên çekdar ên bihêz ên Îranê gelekî xurttir bûne.

Ji ber ku mûşek û dronên Îranê pêşketîtir û bibandortir bûne.

Vê carê, ji bo dijmin surprîzên me hene û em ê bi bikaranîna teknolojiyên nû yên leşkerî bersivê bidin her cure êrîşeke muhtemel."

Di heman çarçoveyê de, rayedarên Îranî yên ku rêveberiya Tengava Hurmizê dikin, hişyarî dan xwediyên keştiyan ku rê nedin keştiyên wan bi zorê di rêyên bêdestûr re derbas bibin.

Rayedaran tekez kir ku kirina vê yekê dikare keştî, xwediyên wan, kaptan û karmendan rastî ziyanên madî û canî bîne.

Her wiha wê bibe sedema sînordarkirinên pêşerojê yên der barê derbasbûna wan a ji Tengava Hurmizê de.

Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyanî di demekê de tên ku Amerîka jî bi heman awayî gefan li Îranê dixwe.

Her du alî jî bi rêya navbeynkaran di dan û standinan de ne û heta niha nakokiyên li ser rêkeftina giştî berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye