Îran: Eger DYA pêşniyara me qebûl bike dê Hurmiz bê vekirin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, ragihand ku wan pêşniyarek daye Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku Tengava Hurmizê di nava 7 rojan de ji nû ve vekin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

 

Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, alozî û nakokî li ser Tengava Hurmizê, berdewam dikin.

Îranê, ji bo Tengava Hurmizê di nava 7 rojan de ji nû ve bê vekirin ku ji destpêka şer û vir ve trafîka deryayî lê asê bûye, pêşniyarek pêşkêşî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ku ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, anî ziman ku pêşniyar radestî nûnerê taybet ê Serokê DYA'yê Donald Trump, Steve Witkoff hatiye kirin.

Ebas Eraqçî, diyar kir ku eger hin şert bêne bicihanîn wê Tengava Hurmizê di nava 7 rojan de bê vekirin û piştre jî muzakere dest pê bike.

Di pêşniyara Îranê de ji bo bidawîbûna şer û ji nû ve vekirina tengavê 7 şert hene.

Li Rojhilata Navîn, ku Libnan jî di nav de 7 rojan şer bi temamî bê rawestandin, maldariya Îranê ya ji 12 milyar dolarî bê berdan, pêkanînên li ser petrola Îranê bê rakirin û dawî li dorpêça deryayî ya DYA'yê ya li ser Îranê bê anîn ji şertên Îranê ne.

Li gorî Eraqçî, eger ev şert bêne bicihanîn wê Tengava Hurmizê di dawiya roja heftan de ji aliyê Îranê ve jinûve bê vekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, destnîşan kir ku ew li benda bersiva DYA'yê ne.

Her wiha Çîn jî piştgiriyê dide vê pêşniyara Îranê.

Şerê Amerîka û Îranê, ji 28`ê sibata îsal ve dest pê kiribû û heta niha jî bêyî ku ti encamên berbiçav bên bidestxistin, berdewam dike.

Di encama vî şerî de, trafîka deryayî li Tengava Hurmizê qesl bûye û banodreke neyînî li ser debara jiyanê li tevahî cîhanê kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye