Li parêzgeha Tehranê hejmarek ajokar digel malbatên xwe li ber ofîsa serokatiyê kom bûn.
Van kesan ku ji plana jinûvedabeşkirina kar hatine derxistin, li dijî nezelaliya berdewam a li dora karê xwe nerazîbûn nîşan dan.
Her wiha xwepêşanderan daxwaza bicihanîna sozên ku ji bo çareserkirina dozên wan hatine dayîn, kirin.
Di xwepêşandaneke din a li parêzgeha Tehranê de, hejmarek ji malnişîn û kesên din kom bûn û daxwaz kirin ku pirsgirêkên debara jiyanê werin çareserkirin û rewşa mûçeyên malnişîniyê were diyarkirin.
Li Esfehanê jî komeke malnişînan li ber ofîsa parêzgar li parêzgehê kom bûn.
Xwepêşanderan daxwaza pêkanîna qonaxa sêyem a sererastkirina mûçeyên malnişîniyê û çareserkirina pirsgirêkên têkildarî sîgortaya bingehîn kirin.
Li Tebrîzê jî, hejmarek dermansaz li ber Rêveberiya Giştî ya Sîgortaya Tenduristiyê ya Rojhilatê Azerbaycanê kom bûn.
Dermansazan li dijî derengketina mehane ya di peredana dermanxaneyan de nerazîbûn nîşan dan.
Li Îlamê, hejmarek karkerên ku ji qonaxa duyem a projeya parzûngeha gazê ya Îlamê hatine derxistin, li ber ofîsa parêzgar li parêzgehê kom bûn.
Xwepêşanderan daxwaza vegera ser kar, parastina debara xwe û wergirtina mûçeyan kir.
Li Kuhristanê ku li bjarê bender Xemîrê ye, hejmarek ji niştecihan li ber ofîsa parêzgar kom bûn, da ku li dijî veguhastina zeviyên çêrandinê yên li herêmê nerazîbûnê nîşan bidin.