Îran li pêşberî komek krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê ye

Di demekê de ku Komara Îslamî ya Îranê li pêşberî komek krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê ye, cudahiya di helwestên berpirsên payebend ên hikûmetê de ji her demê zêdetir diyar bûye. Mesûd Pezeşkiyan behsa rewşa giran a aborî li welêt dike û Qalîbaf jî dibêje: ‘‘Girêka ku bi destan vegere, nabe em bi diranan vekin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî kuştina rêberê wan ê bilind, cudahî di helwestên berpirsên payebend ên Îranê de heye û ev cudahî ji her demê zêdetir diyar bûye. 

Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyên cuda û li dijî hev didin

Mesûd Pezeşkiyan behsa rewşa giran a aborî dike û Qalîbaf jî dibêje:

‘‘Girêka ku bi destan vegere, nabe em bi diranan vekin.’’

Di lûtkeya pêkhateya siyasî ya Komara Îslamî de, krîzek bi çend vegotinên cuda tê nîqaşkirin. 

Mesûd Pezeşkiyan: Em di krîzeke aborî ya giran de ne

Di daxuyaniyên wan ên dawî de, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û Serokê Perlementoyê Mihemed Baqir Qalîbaf behsa wan pirsgirêk û krîzan kirine ku welat dorpêç kirine, û teqezî li ser pêwîstiya sûdwergirtina ji rêyên dîplomasî û vegera bo danûstandinan kirine, da ku alozî kêm bibin û rêyeke rizgariyê ji krîzên niha re were dîtin.

Muhsin Rezaî: Em li ser mercên xwe yên ji bo danûstandina li gel Amerîkayê bibiryar in

Li beramber vê yekê, beşek ji desthilatdaran wekî Muhsin Rezaî, Şêwirmendê Encumena Ewlehiya Neteweyî, mercên giran ji bo destpêkirina danûstandin û rêkeftinan datîne û teqezî li ser parastina helwestên tund ên Komara Îslamî dike.

Ev nakokî tenê bi mijara danûstandinan ve sînordar nîne.

Di rewşekê de ku berpirsên hikûmetê behsa pirsgirêkên aborî û rewşa dijwar a welat dikin.

Rêberê Komara Îslamî di peyama xwe ya herî nû de daxwaz ji berpirsan kiriye ku xwe ji pirsgirêkan û xalên qels ên hikûmetê dûr bixin.

Her wiha hişyariyê dide û her cure daxuyaniyekê di vî warî de qedexe dike.

Bi vî awayî, ji aliyekê ve hinek ji berpirsan behsa danûstandin û kêmkirina fişar û pirsgirêkên welat dikin, û ji aliyê din ve jî, rewtên bihêztir teqezî li ser xweragirtin û şert û mercên dijwar dikin.

Ev daxuyaniyên cuda pirsekê derdixînin holê:

Gelo nakokiya navbera berpirsên hikûmetê tenê cudahiyek e di şêwazê anîna ziman a mijaran de?

Yan nîşaneya derketina valahiyeke rastîn e li ser çawaniya derbaskirina krîzan?

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye