Îsraîl red dike ji çiyayê Şêx vekişe, Şeybanî jî bersiv da

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî diyar kir ku Şam daxuyaniyên Til Avîv ya mayîna wan li Çiyayê Şêx red dike. Esed Şeybanî got ku ew bi peymana sala 1974'an ve girêdayî ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev axaftina di civîna çapemeniyê ya di navbera Esed Şeybanî û hempêşiyê xwe yê Danîmarkî Lars Rasmussen re derket.

Esed Şeybanî da zanîn ku daxuyaniyên Îsraîlê yên mayîna li çiyayê Şêx tê wateya ku ew dixwazin dagirkeriya wan bidome.

Şeybanî destnîşan kir ku Şam bi çareseriya dîplomatîk ve girêdayî ye û dixwaze peymana sala 1974`an derbasdar be ku di çarçoveya peymanê de Sûriyê Colanê bi rê ve dibe û mafê wê heye ku artêşeke neteweyî ava bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye