Îlham Ehmed: Ez teqîna li mizgefta Humsê şermezar dikim

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Îlham Ehmed û serokê Meclisa Îslamî ya Elewiyan li Lubnanê, Şêx Elî Qedûr teqîna li Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li taxa Wadî Zehab a Humsê şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Îlham Ehmed teqîna li Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li taxa Wadî Zehab a Humsê şermezar kir.

Îlham Ehmed diyar kir ku ev bûyereke trajîk e û ne bûyereke îzolekirî ye.

Îlham destnîşan kir ku ev êrîş di encama hawirdoreke ku ji aliyê axaftina nefretê û provakasyonê ve tê şewitandin û wiha got:

“Civaka ku li şûna parastina xwe bike li dijî hev şerdikin.”

Îlham Ehmed: Îro berpirsyariya me parastina sivîlan e

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve da zanîn ku ev cure tundûtûjî ne ji nişka ve derdikeve, lê ji aliyên bê aramî tê hilberandin, ev alî ji parçebûn û valahiyê sûd werdigire.

Di dawiyê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Îlham Ehmed got:

“Îro berpirsyariya me parastina sivîlan û hesabxwestina ji tawanbaran e.

Ji ber ku Sûriye ne li ser provakasyonê bê avakirin, lê li ser bawerî û ewlekariyê wê bê avakirin û ez sersaxî ji qurbaniyan û şîfayê ji birîndaran re dixazim.”

Şêx Elî Qedûr: Hikûmeta Şamê nikare pirsgirêkên Ewlehî çareser bike

Di heman demê de serokê Meclisa Îslamî ya Elewiyan li Lubnanê, Şêx Elî Qedûr, daxuyaniyek da û teqîna ku li Mizgefta li taxa Wadî Zehab a Humsê pêk hat şermezar kir û ew wekî "êrişeke terorîstî ya tirsonek" bi nav kir.

Her wiha di daxuayniyê de hat destnîşankirin ku desthilatdarên heyî ya li Şamê nikare pirsgirêkên ewlehî, şert û mercên jiyanê yên bingehîn çareser bikin.

Di dawiya daxuyaniya meclisê de daxwaz hat kirin ku herêmên peravê yên Sûriyê û kêmneteweyên li Sûriyê têkevin bin parastina navneteweyî.

Benda 7`emîn Peymana Neteweyên Yekbûyî bê aktîfkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye