Piştî ku çend saet bi ser agirbesta di navbera Îran û DYA’yê de derbas bû, Ajansa Nûçeyan a Mehr a Îranê ragihand ku kêliyekê berîya niha, Tehran hat bombebarankirinê, lê ziyanên êrîşê nehatin zanîn.
Di nûçeya ajansê de wiha hate gotin; "Dijmin îro agirbest bin pê kir û êrişî deverên derdora Tehranê kir. Û dengên sîstema parastina hewayî li gelek deverên Tehranê hate bihîstin.”
Pakistan: Divê hemû alî rêzê li agirbestê bigirin
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî, li ser platforma X`ê diyar kir ku li gelek deveran li seranserî herêma pevçûnê, binpêkirinên agirbestê hatine ragihandin û bang li hemû aliyan kir ku rêz li agirbestê bigirin û got:
"Ez bi dilsozî ji hemû aliyan dixwazim ku xweragirin û rêzê li agirbesta 2 hefteyî bigirin, da ku dîplomasî roleke pêşeng ber bi çareseriyeke aştiyane ve, bigire."
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf da zanîn ku binpêkirina agirbestê, rihê li ber pêvajoya aştiyê xerab dike.
Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Îranê, ragihand ku Wezîrê Derve Ebas Eraqçî bi rêya telefonê bi Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munir re li ser "binpêkirinên agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve" li Îran û Libnanê axivî.
Di dawiya roja sêşemê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump peymana xwe ya rawestandina bombebaran û êrîşên li ser Îranê ji bo du hefteyan ragihand.