Serokê Amerîkayê Donald Trump di postekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Social, wiha nivîsand:
"Amerîka dê bi Îranê re ji nêz ve bixebite, em bawer dikin ku Îran guhertineke rejîmê ya êrênî derbas kiriye.
Zêdekirina Uranyûmê dê çênebe û Amerîka bi hevkariya Îranê re dê hemû bermahiyên nukleerî yên ku di erda Îranê de veşartî ne, rake û tune bike.
Îran niha û di demên berê de di bin çavdêriya nêzîk a satelîtê de ye.
Em bi Îranê re li ser sivikirina bacên gumrikê û cezayan, danûstandinan dikin.
Ji 15 bendên rêkeftinê, li ser gelekan ji wan li hev hatiye kirin."
Trump her wiha got ku her welatek ku çekan bifiroşe Îranê, dê yekser li ser hemû kelûpelên ku ji bo Amerîkayê têne hinardekirin, bacên %50 lê werin sepandin.
Wî got ku di vî warî de ti awartebûyîn tune ye.
'Min pêşniyar kir ku em bi hev re vê rêya avê kontrol bikin'
Li aliyekî din, peyamnêrê ABC News Jonathan Carle roja çarşemê 8'ê nîsanê, li ser hesabê xwe yê X-Network nivîsand û got ku di hevpeyvînekê de bi Trump re, wî ji Trump pirsî ku "gelo ew ê razî bibe ku Îran ji bo hemû keştîyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin bacê bistîne."
Trump wiha bersiv da:
"Em difikirin ku vê yekê bikin wekî hevkariyeke bazirganiyê ya hevbeş.
Ev çareseriyek ji bo ewlekirina Tengava Hurmizê ye û ewlekirina wê ji gelek kesên din re jî."
Min pêşniyar kir ku em bi hev re vê rêya avê kontrol bikin, ev tiştekî xweşik e."