Endamê parlementoya herêmî ya partiya desthilatdar Mahant Pratap Puri diyar kir ku otobusê ji 35 heta 50 rêwî hildigirt.
Her wiha Mahant Pratap Puri da xuyakirin ku ev bûyer di navbera bajarên Jaisalmer û Jodhpur ên li eyaleta Rajasthanê qewimiye.
Puri da zanîn ku termên 19 rêwiyan ji otobusê hatin derxistin û kesek jî di rê de ji ber şewata xwe jiyana xwe ji dest dabû û 15 kesên din jî bi giranî birîndar bûne.
Hikûmeta herêmî ji bo piştrastkirina nasnameya qurbaniyan bangek ji xizmên qurbaniyan kir û plan kir ku bi karanîna delîlên DNA'yê terman nas bike.