Îran: Me bi Amerîkayê re li ser Tengava Hurmizê lihevkir

Daxuyaniyên Amerîka û Îranê yên derbarê rêkeftin û bendên wê li hev nayên. Televîzyona Îranê, dibêje Amerîka pabendî bidawîkirina dorpêça benderên Îranê ye û Koşka Spî jî dibêje ku tiştê hatiye belavkirin "bi tevahî ne rast in". Di heman demê de Serokê Amerîkayê, dibêje ku Îran dixwaze bigihîje rêkeftinekê, lê Washington, hîna jê ne razî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amerîka û Îran di derbarê li hevkirinê de careke din daxuyaniyên cûda didin.

 

Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku wan pêşnûmeya peymana  têgihîştinê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de bi dest xistiye.

 

Di pêşnûmeyê de tê gotin ku li beramber vekişîna hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji derdora Îranê û rakirina dorpêça deryayî, ji nû ve destûr tê dayîn ku keştîvaniya bazirganî bi rêya Tengava Hurmizê re tevbigere.

 

Li gorî televîzyona Îranê, peymana pêşniyarkirî keştiyên leşkerî nagire nav xwe.

 

Her wiha tê texmînkirin Îran wê tevgera keştiyan di nav tengavê de bi hevkariya Umanê bi rê ve bibe.

 

Hat destnîşankirin ku Tehran wê ti gavên rêveberiyê neavêje berî ku "mekanîzmayek berbiçav ji bo verastkirin û misogerkirina pêkanînê" hebe.

 

Trump: Îran pir dixwaze ku bigihîje rêkeftinekê lê em hîn jê ne razê ne

 

Di heman demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna kabîneyê ya li Qesra Spî de ji rojnamevanan re got:

 

 "Îran pir dixwaze ku bigihîje rêkeftinekê.

 

Em hîn negihîştine wê rêkeftinê. Em ji rêkeftinê ne razî ne.

 

An em ê bigihîjin wê rêkeftinê an jî em ê neçar bimînin ku kar biqedînin."

Koşka Spî pêşnûmeya rêkeftina bi îranê re derewand

 

Li gel daxuyaniyên Trump Koşka Spî bersiv da daxuyaniyên Îranê.

 

Serokatiya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Xˊê diyar kir ku belgeya ku ji aliyê medyaya dewleta Îranê ve hatiye pêşkêşkirin tu bingehek di rastiyê de tune ye û ew wekî "nerast û bi tevahî çêkirî" bi nav kir.

 

Koşka Spî ji raya giştî xwest ku baweriya xwe bi tu agahiyên ku ji aliyê medyaya Îranê ve li ser vê mijarê hatine belavkirin neynin.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye