Yekîtiya Xiristiyan a Civakî ya Bavyerayê (CSU) li Parlamentoya Almanyayê, di civîna xwe ya li dêra Zieon a li Bavyerayê de belgenameyek derbarê penaberên Sûrî yên li Almanyayê amade kirin.
Di belgenameyê de, hate diyarkirin ku piraniya penaberên Sûrî ku mafê wan ê rûniştandina demkî heye, piştî bidawîbûna şerê navxweyî mafê wan ê parastinê tune ye ku li Almanyayê bimînin.
Li gorî belgenameyê, divê di sala 2026`an de kampanyayeke dersînorkirinê bi rêya bikaranîna geştên birêkûpêk bo Sûriye û Afganistanê were destpêkirin.
Her wiha parlamenteran di belgeyê de, daxwaz kirin ku navendên derketinê li seranserê Almanya werin avakirin, bi taybet li balafirgeha Miyûnixê salonek were ji bo dersînorkirinê were vekirin.
Di heman demê de, serokê koma parlemanî, Alexander Hoffmann, ji rojnameya "Merkur" re got ku divê koçberiya karkeran a ber bi Almanyayê ve veneguhere koçberiya xizaniyê.
Li gorî amarên dawî yên sala 2025`an, li Almanya nêzîkî 948 hezar welatiyên Sûriyê yên xwedî nasnameya Sûrî dijîn, ji wan nêzîkî 667 hezar xwediyê destûra rûniştinê ya demkî ne.