Zelensky li ser Telegramê parve kir ku artêşa Rûsyayê tam dizane dronên wê li ku difirin. Ev berfirehkirina şer ji aliyê Rûsyayê ve eşkere ye.
Her wiha Zelensky piştrast kir ku ji welatên Rojava tê xwestin ku tedbîrên xwe li hember her gef û êrîşeke Rûsyayê bigirin.
Serokê Ûkrayna bangên ji hêla serokê Amerîka Donald Trump ve ji bo siza û bacên gumrikê li ser bazirganiya Rûsyayê hatine destpêkirin, ji nû ve dubare kir û got ku avakirina pergaleke ewlehiyê ya hevbeş jî pêwîst e.
Zelesky ji Ewropiyan re got: "Ji bo ku hûn di dawiyê de biryarekê bidin, li benda bi dehan dronên Şahed û mûşekên balîstîk nemînin."