Bîlançoya miriyên erdheja Efxanistanê derket 2 hezar û 200 kesî

Di erdheja Efxanistanê de hejmara qurbaniyan derketiye 2 hezar û 200 mirî û 3 hezar û 400 birîndarî. Her wiha 6 hezar û 700 mal bi temamî rûxiyane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Rayedarên Efxanistanê diyar kirin ku di encama erdheja li rojhilatê Afxanistanê çêbû de hejmara qurbaniyan zêde bûye.

Li gorî rayedaran hejmara miriyan derketiye 2 hezar û 200 kesî, hejmara birîndaran jî derketiye 3 hezar û 400 kesî.

Di heman demê de 6 hezar û 700 mal li herêmên Konar û Nenkerhar bi temamî rûxyane.

Tîmên rizgarkirinê hîn jî xebatên xwe didomînin. Li gundên di herêmên çiyayî de li kesên sax mane digerin.

Xaça Sor a Navneteweyî li ser mijarê destnîşan kir ku erdhejê bandor li derdora 84 hezar kesî kiriye.

Yên hatine rizgarkirin jî di rewşeke jiyanî ya zehemt de di nava bêimkaniyan de jiyana xwe derbas dikin.

Bangên navneteweyîyên lezgîn ji bo alîkariyan hîn jî didomin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24