Pentagon: Me hejmara lîwayên Amerîkî li Ewropayê kêm kir

Piştî ragihandina Amerîkayê ya vekişîna 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê, niha lîwayên xwe li Ewropayê kêm dike. Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku wan hejmara lîwayên Amerîkayê yên li Ewropayê ji çaran kêm kiriye sêyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî şerê 40 rojî yê bi Îranê re, Serokê Amerîkayê Donald Trump zextên xwe li ser welatên Ewropî zêde kiriye.

Duh jî, Wezareta Parestinê ya Amerîkayê Pentagonê, ragihand ku wan hejmara lîwayên Amerîkî yên li Ewropayê kêm kirine.

Pentagonê di daxuyaniyeke xwe de da xuyakirin ku wê hejmara giştî ya lîwayên xwe yên şer li Ewropayê ji çaran kêm kiriye û kiriye sê(3/4).

Ev yek jî asta belavkirina lîwayên Amerîkî li Ewropayê vedigerîne mîna berê ya sala 2021`an.

Li gorî raporeke kongreyê, her lîwayeke şer bi gelemperî ji 4 hezar û 700 leşkeran pêk tê.

Pentagon: Kêmkirina lîwayên Amerîkî dê bandorê li Polonyayê jî bike

Her wiha Pentagonê eşkere ku kêmkirina plankirî ya hêzên Amerîkî li Ewropayê dê bandorê li Polonyayê jî bike û Ii gorî wê ev yek jî, tenê bi awayekî demkî be.

Di heman demê de, Pentagonê  hevahengiya Washingtonê ya nêzîk bi Polonyayê re piştrast kir û tekez kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê "hebûna leşkerî ya xurt" li axa Polonyayê bidomîne.

Ev yek piştî daxuyaniya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance hat ku gotibû ku şandina 4 hezar leşkeran ji bo Polonyayê nehatiye betalkirin, lê hatiye paşxistin.

Di destpêka meha gulanê de, Pentagonê diyar kiribû ku Washington dê 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê vekişîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye