Li Silêmanî û Helebçeyê operasyonek li dijî DAIŞ`ê hat kirin

Li Başûrê Kurdistanê operasyonek li dijî DAIŞ`ê hat lidarxistin. Ev operasyona ku herî zêde li Silêmaniyê û Helebçeyê hat kirin 96 saetan dirêj kir. Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku wan komeke çekdar a DAIŞ`ê hilweşandiye û 22 tohmetbar desteser kirine. Li gor daxuyaniya Asayişê, vê koma DAIŞ`ê plan kiribû ku dewleteke Îslamî li Hewraman an Şarezûrê ava bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Silêmanî û Helebçeyê operasyonek li dijî DAIŞ`ê hat kirin.

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku wan komeke çekdar a DAIŞ`ê hilweşandiye û 22 tohmetbar desteser kirine.

Birêvebiriya Giştî ya Operasyonên Asayîşê da zanîn ku wan li ser bingeha zanyariyên îstixbaratê û bi hevkariya Asayîşa Parêzgeha Helebçeyê, 22 tohmetbar li parêzgehên Silêmanî û Helebçeyê desteser kirine.

Li gorî daxuyaniya Asayîşa Herêma Kurdistanê, operasyon di rojên 8-12`ê îlonê de û di 96 demjimêran de hatiye kirin.

Di operasyonê de 22 endamên DAIŞ`ê hatin girtin

Operasyon bi hevahengiya Birêvebiriya Asayîşa Parêzgeha Helebçeyê li Silêmanî, Helebçe, Pêncwên, Xurmal û Sîrwanê hatiye lidarxistin.

Dezgeha Asayîşê eşkere kir ku planên "çekdarên DAIŞ`ê - Ketîbeya 5`an a ser bi Wîlayeta Kurdistanê" bi vî rengî bûn:

- Xwerêxistinkirin û wergirtina dilsoziyê ji endamên komê.

- Danîna bombeyan û pêkanîna teqînan li nav parêzgeha Helebçeyê.

- Çavdêrîkirin û êrîşkirina li ser hêzên ewlehiyê di dema rahênanên bi çekên giran û nîvgiran de.

Plana avakirina dewleteke Îslamî li Hewraman hatibû danîn

- Avakirina mîrnişînekê li herêmên Hewraman an Şarezûrê.

- Girêdana peywendiyên şaneyên razayî yên DAIŞ`ê yên li Kurdistan û Îraqê bi terorîstên li derve re.

- Komkirina pereyan ji bo kirîna çekan.

Çek û kel û pelên leşkerî jî hatine desteserkirin.

Tohmetbar li gorî Madeya 2`yan a Yasaya Terorê hatine girtin û lêpirsîna li ser dosyayê didome.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye