Di encama êrîşên Rûsyayê li Xarkovê 6 kes hatin kuştin

Di şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, êrîşên hewayî û dronî berdewam in. Li Xarkovê, li gorî rayedarên Ûkraynayê, di êrîşên Rûsyayê de herî kêm 6 kes hatine kuştin û 59 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li bajarê Xarkovê ya bakurê rojhilatê Ûkraynayê, di êrîşên hewayî yên Rûsyayê de, herî kêm 6 sivîl hatin kuştin û 59 kes jî birîndar bûn. di nav birîndaran de 3 zarok jî hene.

Li gorî rayedarên Ûkraynayê, 3 bombeyên Rûsyayê li deverên cûda yên bajêr ketine û gelek avahiyên sivîlan zirar dîtine.

Karkerên rizgarkirinê 3 cenaze ji bin kavilan derxistine û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Li bajarê Zaporojiya jî dronên Rûsyayê avahiyeke neştecihan hedef girtin û agir pê ket.

Di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Ûkrayna dibêje ku li dijî sektora neftê ya Rûsyayê êrîşên wê berdewam in.

Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê dibêje ku êrîşên dûrgehên wê li ser rafîneriyên neftê yên Rûsyayê heta niha 51 ji sedî kapasîteya rafîneriya neftê asteng kiriye.

Rayedarên Kîev dibêjin ku rafîneriyên li Moskova, hin deverên din di nav hedefên êrîşan de bûne.

Li aliyê din, Rûsya îdîa dike ku dronên Ûkraynayê 2 avahiyên Santrala Nukleer a Zaporojiya, ku di bin kontrola Rûsyayê de ye, hedef girtine.

Rayedarên Rûsyayê dibêjin ku ji bo ewlehiya nukleerî xeter tune ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye