Şerê Îsraîlê li Libnanê wê bi çekdanîna Hizbullahê re bi dawî bibe?
Îsarîl û Libnanê di hevdîtinên hefteya borî yên li Romayê de li ser bicîhanîna bendên peymana Hezîranê li hev kirin.
Peyman vekişîna gav bi gav a Îsraîlê ji Libnanê û bêçekkirina Hizbullahê digire nava xwe.
Herdu aliyan di civîna li Romayê de li hev kirin ku aliyekî sêyem ji bo pêkanîna bendên peymanê were diyarkirin.
Ji bo wê jî, lîsteyek ji navan ji Amerîkayê re amede kirin û aliyên potensiyel diyar kirin.
Li gorî Reutersê, Libnan û Îsraîl li hev kirine ku Îngilistan, Îtalya, Swîsre û Endonezya wekî beşdarên potansiyel wekî aliyê sêyem ê çavdêriya bêçekkirina Hizbullahê hatin destnîşankirin.
Reuters: Dibe ku leşkerên biyanî ji bo verastkirina bêçekkirinê werin şandin
Heman çavkaniyê da zanîn ku dibe leşkerên biyanî ji bo verastkirina bêçekkirina Hizbullahê ji bo Libnanê werin şandin.
Ev welat dikarin di destnîşankirina çarçoveya mekanîzmayê de bibin alîkar.
Wê ev welat çavdêriya pêkanîna peymanê bikin, hêzên çavdêriyê bişînin, an jî beşdarî xebata teftîşê ya têkildarî verastkirina bêçekkirinê bidin.
Berdevkê balyozxaneya Îsraîlê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di daxuyaniyekê de got:
"Danûstandinên li ser avakirina saziya ku wê çavdêriya çekberdana Hizbullahê bike, hîn jî berdewam dikin, heya niha ti rêkeftinek nehatiye kirin."
Wezareta Derve ya Swîsreyê ji heman çavkaniyê re diyar kir ku ew li ser rêbazên piştgiriya "hewldanên curbecur ên aramiyê" digere.
Her wiha Berdevkê Wezareta Derve ya Brîtanyayê da zanîn ku London amade ye piştgiriyê bide hewldanên kêmkirina rageşiyê û bidestxistina ewlehiya demdirêj.
Li aliyekî din Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Îsral Katz idîa kir ku ew ji herêmên li Libnan, Sûriyê û Xezeyê yên kontrol kirine, dernakevin.