Graham: Divê bernameya nukleerî ya Îranê bi tevahî were qedexekirin

Senatorê Amerîkî, Lindsey Graham daxwaza qedexekirina bi temamî ya bernameya nuklerî ya Îranê kir. Her wiha Graham li dijî cemidandina demkî, hişyarî da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Senatorê Komarî yê Amerîkî Lindsey Graham spasiya xwe ji bo biryardariya Donald Trump a bidawîkirina pevçûna bi Îranê re bi rêyên dîplomatîk anî ziman.

 

Graham tekez kir ku di dan û standinên bi Tehranê re, divê bêtir hişyar bin.

 

Di postekê li ser platforma X`ê de, Graham aliyên ku bi Îranê re dan û standinan dikin wekî "terorîst, derewîn û xapînok" bi nav kirin.

 

Graham her pêşniyarek ji bo rawestandina demkî ya çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê li şûna sepandina ambargoyeke berfireh, red kirin.

 

Graham pirsî "Ma em ê razî bibin ku çalakiyên dewlemendkirinê, demkî ji Qaîdeyê re werin cemidandin? Bi tevahî na. Qebûlkirina vê yekê şaş e."

 

Li gor nerîna Graham, bi tenê cudahiyeke mezhebî di navbera Rêxistina Qaîde ya di bin serokatiya Bin Ladin û Îranê de heye.

 

Senatorê Amerîkî dibêje: Qaîde "rêxistineke terorîst a Sunnî" ye, lê Îran "dewleteke terorîst a Şîe" ye.

 

Graham rave kir ku prensîba "bêdewlemendkirinê" tê wateya ku Îran bi tevahî ji dewlemendkirina uranyûmê dûr bikeve.

 

Her wiha Graham destnîşan kir ku nêzîkî 20 welatan bernameyên nukleerî yên aştiyane hene ku hewceyê dewlemendkirinê nakin, lê dewlemendkirin dikare rê li ber pêşkeftina çekên nukleerî veke.

 

Senator Lindsey Graham, di dawiya posta xwe de nerazîbûna xwe ya li hember her cûre dewlemendkirina atomî li Îranê anî ziman û daxwaza qedexekirina wê bi tevahî kir.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye