Ji bo meşa 1`ê cotmehê ji saziyên demokratîk banga tevlîbûnê

Platforma Saziyên Demokratîk ji bo meşa ku 1’ê Cotmehê bi şîara ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ ji Amedê heya Enqereyê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkildarî meşê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ahmet Dogan li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan, daxuyanî da.

 

Di daxuyaniyê de, Dogan diyar kir ku dê 250 jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, 1'ê Cotmehê dest bi meşê bikin û heya Rêberê Gelê Kurd azad bibe dê çalakiyên xwe bidomînin.

 

Hevseroka DBP'ê Ruçem Vefa Elyakut jî da diyarkirin ku dê mêş bi 5 daxwazan pêk were û wiha domand: "Em ê meşa xwe li Amedê bidin destpêkirin û li Enqereyê bi komcivînê bi dawî bikin.

 

Di vê meşê de, em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û sîstema li ser esasê aştiya civakî daxwaz bikin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24