Nexweşxaneyên Xezeyê diyar kirin ku di bombebarana artêşa Îsraîlê de ya li bakurê Xezeyê 53 kes, li navenda Xezeyê 28 û li başûr jî, 4 kes hatine kuştin.
Her wiha heman çavkaniyan, piştrast kirin ku ji ber birçîbûnê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump 3-4 roj daye Hamasê, da ku bersiva plana wî ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê bide.
Trump roja sêşemê li derveyî Qesra Spî ji rojnamevanan re got ku eger Hamas peymanê red bike, ew ê dawiyek pir xemgîn be.
Hamasê jî, hîn bersivek nedaye plana Trump, lê Wezareta Derve ya Qeterê dibêje ku tevger peymanê bi berpirsiyarî dixwîne.