Deynên Îran Airê gihaştiye 383.9 milyon dolarî

Serokê cîbicîkar ê kampanya hewayî ya Îranê (Iran Air) Tahir Abdulhaî eşkere kir ku şîrketa Îran Air bi qasî 383.9 milyon dolarê Amerîkî deyndarê şîrketên hewayî yên biyanî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Tahir Abdulhaî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ji ber cezayan geştên hewayî yên navneteweyî hêdî hêdî kêm dibin, heta geştên hewayî yên ber bi Ewropayê ve bi tevahî rawestiyane.

Tahir Abdulhaî da zanîn ku şîrket bi 15 milyon dolarî deyndarê balafirgehên li Stenbol, Necef, Dubaî, Cidde û Medîneyê ye.

Serokê cîbicîkar ê kempaniya hewayî ya Îranê Tahir Abdulhaî tekez kir ku pirsgirêkên darayî û deynên dîrokî yên şîrketê ji ber nehevsengiya di navbera dahat û lêçûnên di 11 salên borî de gihaştiye nêzîkî 383.9 milyon dolarê Amerîkî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye