Beşeke ji şêwirmendên leşkerî yên DYA'yê dê li Iraqê bimînin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku pêvajoya vekişîna leşkerên Amerîkî dê heta dawiya salê bidome, lê belê hinek şêwirmendên leşkerî yên DYA'yê dê ji bo ku di operasyonên li dijî DAÎŞ'ê de peywirê bikin, wê li welat bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî eşkere kir ku hejmareke kêm ji şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî dê li Iraqê bimînin da ku bi hêzên DYA'yê yên li Sûriyeyê re ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê di nav koordîneyê de bin.

Mihemed Şiya Sûdanî got: "Şêwirmendên leşkerî û karmendên piştgiriyê yên Amerîkî li baregehên Eyn Esed yên nêzîkî balafirgehên Bexda û Herîr ya li bakurê Iraqê hatine bicihkirin.

Tevî lihevkirineke berê ya vekişînê heta Îlonê ji ber geşedanên li Sûriyeyê, 250 heta 350 şêwirmend û karmendên ewlehiyê li baregeha Eyn Esed mane."

Sûdanî tekez kir ku her çend DAÎŞ’ê di 10 salên borî de deverek berfireh dagir kiribû jî, lê êdî ew li Iraqê ne gefeke mezin e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye