Komîteya Dij-Siyanûr ragihand ku li eyaleta Kordofana Başûr a Sûdanê di kaniyeke zêr de, 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û 145 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî şahidên bûyerê piştrast kirin ku li kaniya Takula, madeya pir jehrîn ji bo derxistina zêr tê bikaranîn, ku bûye sedema mirin û birîndar bûnê.
Çavkaniyeke bijîşkî eşkere kir ku nîşanên zikçûyîna giran di nav miriyan de, îhtîmala kolerayê nîşan dide.
Îhtîmaleke din jî heye, ew jî ji bermahiyên madenê yên siyanûr bi jeherê ketibin.
Hin şîrketên madenê yên li Sûdanê ji bo derxistina zêrê siyanûr, madeyeke pir jehrî, bikar tînin, ku îhtîmal e av û axê qirêj bike û zirarê bide tenduristiya mirov û heywanan.