Desthilatên Ukraynayê roja şemiyê ragihandin ku dema balafireke bê mirov, li avahiyeke 21 qatî ketiye. li bajarê Odîsa yê bi ser Deryaya Reş de, 2 kesan jiyana xwe dest dan û 14 jî birîndar bûn.
Qeymeqamê herêma Odîsa Olîg kaypir diyar kir ku di encama êrîşa şevê de, di nava birîndaran de 3 zarok Hene û Rewşa zarokekî giran e.
Qeymeqamê herêma Oleksander Prokodîn di derbarê mijarê de, sibeha şemiyê li ser Telegramê wiha got: “Hêzên Rûsyayê avahiyên jiyanî, civakî û cihên welatiyên li herêmê kirin armanc.” Ji ber ku hewldanên dîplomatîk ên ji bo rewastandina şer sekiniye. Rûsyayê di hefteyên dawiyê de êrişên xwe bi dron û fuzeyan ên li hemberî Ukraynayê dijwartir kirin.
Ukrayna ji bo pêkanîna agirbestê daxwaz dike ku artêşa Rûsyayê ji 5 herêmên ku beşek an jî bi temamî dagir kirine vekişe. Di heman demê de Rûsya diyar dike ku divê Kîev ji tevlêbûna NATO’yê vekişe û serweriya Rûsyayê li ser wan herêman bipejrîne.
Rustem Elîko