Medyayên Amerîkî diyar kirin ku sedema vê guhertina di nirxandina îstîxbaratê de ji ber wê yekê ye ku artêşa Rûsyayê ji ber dronên Kîevê zirarên mezin dibîne û li ser xeta pêş, gihîştina serkeftinan zehmet bûye.
Li gorî raporên îstîxbaratê, tê texmînkirin ku ev êrîşa gengaz a Rûsyayê di navbera payîza îsal û sala 2029'an de pêk were.
Senaryoyên êrîşê ji sabotajên sîber dest pê dikin heta dagirkirina sînordar a bejahî bi riya leşkerên bê nîşane (gray zone) ku sînorê rojhilatê NATO'yê dixe bin metirsiyê.
Li aliyê din, binpêkirinên asmanî yên vê dawiyê yên li Romanya, Polonya û dîtina balafireke teqemenî li Almanyayê fikarên welatên Rojavayî zêdetir kirine.
Tevî ku berdevkê serbazî yê NATO'yê Martin O'Donnell daxuyaniyên veşartî şîrove nekirin, wî tekez kir ku hevbendî ji bo her senaryoyekê û parastina endamên xwe bi tevahî amade ye.