Li Nîjerê di qezayeke dijwar de 22 kes mirin; 17 ji wan leşker in

Li başûrê welatê Nîjerê di qezayeke dijwar a trafîkê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 37 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Veguhastinê ya Nîjerê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku rûdan bi şev, 50km  dûrî bajaroka Madaûa, di encama lihevdana rûbirû ya du otobusan de pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, di vê qezayê de 17 ji kesên mirî serbazên artêşê ne.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Nîjerê destnîşan kir ku lêkolînên berfireh ji bo zelalkirina sedemên qezayê hatine destpêkirin. Her wiha rayedaran diyar kir ku ev karesat di dema kampanyaya hişyarkirina neteweyî ya ji bo ewlehiya rêyan de rû daye.

Li gorî zanyariyan, leza zêde, ajotina di bin bandora alkolê de û kêmasiyên teknîkî yên rê û wesayîtan wekî sedemên sereke yên qezayên li herêmê tên qebûlkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye