Tayland û Kamboçya li ser agirbestekê li hev kirin

Tayland û Kamboçya piştî nakokiyên demdirêj a li ser sînor, li ser agirbesteke lezgîn li hev kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrên parastinê yên her du welatan di derbarê agirbestê de wiha gotin:

“Her du alî li hev dikin ku bêyî ti tevgerên din, bicihbûna leşkerên heyî bidomînin.”

Wezareta Parastinê ya Kamboçyayê ragihand ku her du welatan piştî danûstendinên sê rojan peymaneke agirbestê îmze kirine.

Agirbest hemû cureyên çekan û hedefên sivîl û leşkerî ji bo her du aliyan digire nav xwe.

Di mehên dawî de, ji ber pevçûn û şerê li ser sînorê her du welatan,

herî kêm 101 kes hatin kuştin.

Xerabûna rewşa ewlehîyê bûbû sebeb li her du aliyên sînor zêdetirî nîv milyon kes bibin koçber.

Nakokiya demdirêj a li ser kontrola deverên li ser sînor, sedema sereke ya rageşîya Tayland û Kamboçyayê ye.

Agirbesta ewil bi navbeynkariya Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm û serokê Amerîkayê Trump pêk hatibû.

Paşê agirbestek bi pevçûnên nû xera bûbûn û Tayland û Kamboçyayê ji bo vê hevdû sûcdar kiribûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye