Raportên bijîşkî û lêkolînên zanistî yên dawî sûdên girîng ên tenduristiyê yên Dirîreşkê destnîşan kirine.
Her wiha li gorî lêkolînan ew ji xwarineke demsalî derbas dibe û ji ber rola wê di pêşîlêgirtina nexweşiyên kronîk û xurtkirina pergala parastinê de, weke "superxwarin" tê dabeşkirin.
Lêkolîna ku ji hêla Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ve hatî nirxandin, destnîşan dike ku Dirîreşkê, proanthocyanidins pêkhateyên ku rê li ber bakteriyan digirin dihewîne.
Lêkolînan bandora Dirîreşkê di kêmkirina rêjeyên enfeksiyonê û sînordarkirina karanîna antîbiyotîkan de, bi taybet li gel jin û zarokan, îspat kiriye.
Di derbarê tenduristiya dil de jî, pisporan piştrast kirin ku Dirîreşkê, bi antîoksîdanê dewlemend e ku hucreyan ji zirarê diparêze û asta kolesterola baş (HDL) zêde dike.
Di heman demê de kolesterola xirab (LDL) kêm dike.
Pisporan destnîşan kir ku ev taybetmendî beşdarî baştirkirina elastîkbûna damarên xwînê û kêmkirina tansiyona xwînê dibin, bi vî rengî xetera felc û nexweşiyên damarên dil kêm dikin.
Di pêşveçûnek girîng a bijîşkî de, ceribandinên klînîkî eşkere kirin ku ava Dirîreşkê, bi rêgirtina li girêdana bakteriya "Helicobacter pylori" bi rûpûşa mîdeyê re dibe alîkar ku xetera penceşêra mîdeyê kêm bike.
Lêkolînên ku di sala 2022'an de hatine kirin, xwarina rojane ya Dirîreşkê bi başkirina bîranînê û zêdekirina herikîna xwînê ya ber bi herêmên mêjî yên berpirsiyar, ji bo fêrbûnê ve girê didin.
Raportan encam dan ku Dirîreşkê, çavkaniyek dewlemend a vîtamînên C û E, karotenoîd û hesin e.
Ev hêmanên girîng fonksiyona pergala parastinê zêde dikin û şiyana laş ji bo şerkirina serma û grîpê zêde dikin.
Bi vî awayî Dirîreşkê, di hemû desmsalên salê de, dibe pêvekek parêzê ya stratejîk.