Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser biryara Îranê ya rawestandina pêwendiyên dîplomatîkê yên bi Waşingtonê re daxuyaniyek da.
Trump diyar kir ku ew rawestandina dan û standinan asayî dibîne û got:
“Ev rewş nayê wê wateyê ku dê bombebaran dest pê bike, lê dê dorpêç bidome.”
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku wan dan û standinên aştiyê yên bi Amerîkayê re rawestandine.
Trump: Rawestandina dan û standinan min dilgiran nake
Trump diyar kir ku wî hîn nûçeyên vekişîna Îranê ya ji maseyê ji kenalên fermî nebihîstiye û wiha lê zêde kir:
“Ev îhtimal jî min dilgiran nake. Eger wan hevdîtin rawestandibin, ev yek asayî ye.
Carinan bêdengmayîn û rawestan dikare encamên gelekî baştir bide.
Derketina Tehranê ya ji maseyê, ne nîşaneya operasyoneke leşkerî ye.”
Tehranê bersiva Waşingtonê da
Rayedarên Tehranê jî diyar kirin ku êdî mayîna li ser maseya dan û standinan bê wate ye.
Îranê ev yek bi domandina êrîşên Îsraîlê yên li Libnanê û nekarîna Waşingtonê ya di astengkirina van êrîşan de ve girê dabû.
Trump bi telefonê bi Netanyahu re axivî
Li aliyekî din hat ragihandin ku serokê Amerîkayê Donald Trump bi riya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axiviye.
Li ser vê peywendiyê jî malpera Axios a Amerîkayê nûçeyek belav kir.
Li gorî nûçeya ku xwe dispêre 2 rayedarên Amerîkayê, Trump bi telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re peyiviye û bertekeke tund nîşanî wî daye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê van rojên dawî li Libnanê alozî gur kiriye.
Hat destnîşankirin ku Trump ji ber vê yekê nerihetiya xwe bi awayekî eşkere aniye ziman.
Axios: Trump ji Netanyahu re gotiye “tu dîn î”
Trump ji Netanyahu re gotiye ku wî pêvajoya dan û standinên bi Îranê re xera kiriye û jê re gotiye: "Tu dîn î."
Hat eşkerekirin ku Serokê Amerîkayê di hevdîtinê de amaje bi lêpirsînên gendeliyê yên li ser Netanyahu jî kiriye û ji wî re gotiye, "Heke ez nebûma niha tu yê di girtîgehê de bûyayî."
Yekî ji wan rayedaran diyar kiriye ku Trump ji Netanyahu re ev tişt jî gotine:
"Ez te rizgar dikim. Niha her kes ji te aciz bûye û ji ber vê yekê her kes li hember Îsraîlê hêrs bûye."
Trump piştî hevdîtina xwe ya bi telefonê ya bi Netanyahu re, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Trump: Peywendiya bi Netanyahu re gelekî baş bû
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wî bi Îsraîl û Hizbulahê re hevdîtin kiriye û her du aliyan jî li hev kiriye ku "êrîşî hevdû nekin".
Trump da zanîn ku wan bi Netanyahu re hevdîtineke "gelekî baş" kiriye.
Trump eşkere kir ku wê Îsraîl leşkeran neşîne Beyrûtê û eger leşker derketibin rê jî ew hatine vegerandin.
Trump: Îsraîl û Hizbulahê li hev kirin
Donald Trump diyar kir ku wî bi awayekî nerasterast bi Hizbulahê re jî hevdîtin kiriye û wiha domand:
"Hizbulahê jî qebûl kir ku hemû şer û pevçûn werin rawestandin.
Tevî van daxuyaniyan, hîn jî Îsraîl êrîşî libnanê dike.
Êrîşên Artêşa Îsraîlê ne tenê li başûrê Libnanê tên kirin, lê belê ew êrîşî ser Beyrûtê jî dike.