Pirsgirêka avê li Hesekê berdewam dike

Pirsgirêka avê li Hesekê, heta niha berdewam dike. Ji dema ku komên çekdar ên bi ser dewleta Tirkiyê ve, Serê Kaniyê dagir kirine, stasyona Elokê ji xizmetê derketiye. Di encamê de derdora milyonek kes li Hesekê bê av in, avê bi rêya tankan tînin û ev av nayê vexwarin. Welatî 10 bermîl av bi 70-80 hezar lîreyên Sûrî dikirin. Welatiyên Hesekê gotin ku bi hatina havînê re, ew gelek zehmetiyan dikişînin û daxwaz dikin ku di demeke nêz de ev pirsgirêka avê çareser bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji dema êrîşa 2019’an a Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û qutkirina stasyona Elokê ve, ava vexwarinê li ser zêdetirî mîlyonek kes li bajarê Hesekê hatiye qutkirin.

Ji wê demê ve, av bi temamî li ser Hesekê û gundewarên wê qut bûye.

Mafê sivîlan ji ava têrker û ewle bêpar hatiye hiştin.

Vê yekê barê welatiyan giran kiriye û encamên wê yên karesatbar bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan û ekolojiya herêmê kiriye. 

Li bajarê Hesekê û gundewarên wê hîna jî krîza avê nehatiye çareserkirin.

Hewldan hebûn ku bîr werin kolandin, lê ava bîran bi giştî şor e û gelek kils tê de heye.

Der barê mijarê de, Ebdulbaqî Ebdo welatiyê ji Hesekê diyar kir ku bi hatina havînê re, ew gelek zehmetiyan dikşînin û ev av gelek nexweşiyan bi xwe re tîne.

Ji ber qutkirina ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê, şêniyên Hesekê û gundewarên wê bi rêya tankên avê pêdiviyên xwe yên avê pêk tînin.

Ava van tankan ji bo vexwarinê ne guncav e û dibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Emar Silêman jî, yek ji welatiyên Hesekê got ku ew 10 bermîl av bi 70-80 hezar lîreyên Sûrî dikirin û daxwaz kir ku di demeke nêz de pirsgirêka avê çareser bibe.

Yekane stasyona ku avê dide Hesekê Elok e

Stasyona Elokê li gundê Elokê yê rojhilatê Serê Kaniyê ye.  Ev stasyona yekan e ya ku avê dide Hesekê û navçeyên wê.

Sedemên aloziya avê vedigerin dawiya 2019’an dema ku Serê Kaniyê hat dagirkirin û stasyona Elokê hat rawestandin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye