Dewlemendiya çandî, bîra dîrokî, dem û dewranên çûyî û roja îro di nava zimên de veşartî ne.
Ziman (devkî û bi taybetî nivîskî) navgîna jiyanê ye, ji navgînê jî wêdetir, nasname bi xwe ye.
Ziman nîşaneya hebûna civakan e.
Ji ber vê girîngiya zimên, her dem bala mirovan li ser çêbûye.
Bibêje ji guhan derbasî guhan dibe, di nava civakê de dimîne. Lê bi nivîsê bêtir mayînde ye. Ji vê re jî "alfabe" divê.
Gotina "alfabe" ji du tîpên pêşî ‘elîf’ û ‘bê’ ya erebî tê. Hin jî dibêjin ji ‘alfa’ û ‘beta’ ya grekî tê. Ji ber wê, îro ‘abece’ jî tê gotin.
Bijartin an jî sepandina alfabeyekê bi serê xwe, ne tiştekî masûmane û jirêzê ye, ev yek bijartineke neteweyî, olî, bîrdozî ye.
Sepandin û serwerkirina alfabeyê tevlîkirina netewe û ola xwe, asîmîlekirin û yekrengkirina ‘ên din’ armanc dike.
Di vê derbarê de ji dîroka baweriyan, olan, gelan û împeratoriyan gelek mînak hene.
Berî alfabeya latînî, bi gelemperî ya erebî dihat bikaranîn. Kurdên li Sovyetê dijiyan, alfabeya latînî û krîlî li gorî xwe bi pêş ve biribûn û bi kar dianîn.
Celadet Elî Bedirxan û Kamîran Bedirxan di xebatên ziman de pêngaveke modernîst, neteweperwer û serxwebûnxwazî armanc kirine.
Lê belê, vê hewldanê bi xwe re çi aniye, çi îfade kiriye û vê hewldanê ji hêla mêtingerên emperyalîst Fransa û Îngilistanê ve çima piştgirî dîtiye?
Ewropiyan jî weke pêngav, bi êrîşeke mêtingerî ya li seranserê cîhanê ziman û alfabeyên xwe sepandine.
Ji 1400 û 1500’î P.Z pê ve, dagîrkeriya wan dest pê kiriye. Serkêşiya ala dagîrkeriyê bi rêzê Portugal, Spanya, Hollanda, Fransa, Îngilistan, Almanya û Amerîka dane destê hev, carinan jî li ser vê pêşengiyê pev çûne.
Belkî navê dagîrker hatibe guhertin, lê armanca wan her ew armanc e; dagîrkerî, mijokdarî, kuştin û talankirina dewlemendiyên sererd û binerd.
Bi serdema modernîteya kapîtalîst re, alfabeya latînî û bi zimanên xwe yên serdest (Îngilîzî, Fransî, Spanî, Portugalî, Almanî û hwd) pîvana pêşketinê, zimanê zanistê ye.
Gelên ku dixwazin bi pêş ve biçin, divê yan fêrî van zimanan bibin-qebûl bikin yan jî zimanê xwe bişibînin wan.
Çawa di dîrokê de barê ruhê demê bi Somerî, Akadî, Aramî, Medî, Persî, Misrî, Hindî, Çînî û hwd bû, di vê serdemê de jî rastiya ku tê sepandin, firotin û kirîna alfabeya latînî ye.
Di sedsala 17’emîn û 18’emîn de zimanê Fransî li pêş e.
Di sedsala 19’emîn û 20’emîn û heta îro Îngilîzî pêşengiyê dike.
Îro li cîhanê li gel ku gelheyeke mezin bi Îspanî diaxive (Parzemîna Amerîkaya Başûr, ya Navîn û nîvê Bakur bi giranî bi Îspanî diaxivin); nêzîkî 1,4 milyar mirov bi çînî diaxivin, lê zimanê dîplomasiyê Îngilîzî ye.
Ev serdema ku bi dewleta neteweyî xwe disepîne, gelo çend ziman û alfabeyên herêmî tune kirine?
Li şûna împeratoriyan, dewletên neteweyî ava bûne.