Di çileya 2026`an de, êrîşên berfireh li dijî bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê pêk hatin.
Di wan êrîşan de komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hewil dan têkevin bajaran.
Lê li hemberî êrîşan, şervanên QSD, YPJˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva wan tevahî êrîşan dan.
Ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşên komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz dest pê kirin.
Ji 17 çileyê ve li gundewarên Tebqa, Mensûra, Reqa û Dêrazorê şerên dijwar rû didan.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ,YPJˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi çekên doçka û yên giran bersiva êrîşan dan.
Ji Baxozê heta Hesekê şer derketibû
Hemwextî van êrîşan, çekdarên Hikûmeta veguhêz a Sûriye û çekdarên dewleta Tirkiyê, gundewarên Bendava Tişrînê yên gundewarê Firatê topbaran kirin.
Her wiha li dijî Bajarokên Baxozê, Şeifê, Sûsê, Hecîn, Ebû Hemam, Xeranîc, Zîban, Dernic, bîrên petrolên yên El Omer û Tenek ên li gundewarê Dêrazorê êrîş pêk hatin.
Her wiha heta gundewarên Hesekê şer berdewam kir.
Ji bo rawestandina şerê di navbera QSD`ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şera, peymana 29`ê Çileyê îmze kirin.
Lihevkirin û entegreya di nava artêşa Sûriyê de
Li gorî peymanê, QSD`ê tevlî Artêşa Sûriyê dibe.
Alîkarê Wezîrê Parastinê Sîpan Hemo ji El Mecela re gotibû ku piştî entegrasyon bi temamî pêk were, wê QSD`ê bi fermî hilweşîna xwe ragihîne.
Her wiha sazî û dezgehên îdarî yên Hikûmetê wê li parêzgeha Hesekê bên vekirin û QSD`ê daxwaza sîstemeke nenavendî û demokratîk kir.
Li gorî lihevkirinê, li Parêzgeha Hesekê wê Kurdên li herêmê bi xwe, xwe birêve bibin.
Di demên dawî de gelek lihevkirin di navbera her du aliyan de pêk hatin.
Ebo Omer Xanîka ( Nûredîn Ehmed) bû Parêzgarê Hesekê.
Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl) bû cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên li Hesekê.
Her wiha Sîpan Hemo (Semîr Oso) bû alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rojhilatê Sûriyê
Çiya Kobanê (Hecî Nebo) bû cîgirê Fermandarê Firqeya 60`î.
Ev erk di çarçoveya pêkanîna peymanê ya di navbera her du aliyan de hat pêkanîn.
Rola YPJ`ê wê di nava artêşa Sûriyê de çawa be?
Tevî lihevkirinên di navbera her du aliyan de û heta niha Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, hebûna Yekîneyên Parastinê yên Jin weke hêzeke serbixwe qebûl nekiriye.
Lê YPJ`ê dixwaze ku weke lîwa di nava Artêşa Sûriyê de cih bigire.
Duh şandeyek ji Fermandariya YPJ'ê çû Şamê paytexta Sûriyê.
Şandeya YPJ`ê bi Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re, hevdîtin pêk anî.
Li gorî agahiyan, mijara sereke ya hevdîtinê, şêweyê beşdariya YPJ’ê ya di nava Artêşa Sûriyê de hatiye nîqaşkirin.
"Benda sereke ya lihevkirinê vegera koçberan e"
Di encama êrîşên li ser Tebqa, Reqa û gundewarên wê de, nêzî 3 hezar malbatên koçberên Efrîn, Şehba û Tebqa ji ber êrîşan berê xew dan Kantona Cizîrê.
Li gorî lihevkirina 29`ê Çileyê benda sereke vegera koçberên herêmên "dagirkirî" ye.
Di 9`ê Adarê de koma yekemîn a koçberên Efrînê vegeriyan malên xwe.
Karwanên koçberên Efrînê ji 400 malbatan pêk dihat.
Her biryar bû ku koma duyemîn a koçberan di 12`ê Adarê de vegere, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî hat paşxistin.
Koma duyem ji 200 malbatan pêk dihat.
Koçberên li Herêma Cizîrê ne, daxwaza vegereke bi ewle li ser cih û warên xwe dikin.
Piştî salên şerê navxweyî û dabeşbûnên etnîk û siyasî, entegrasyona Kurdan di dewleta Sûriyê de bûye gaveke girîng ji bo dûrketina ji şerê çekdarî ku dikare ji hêla hêzên herêmî yên wekî Îran, Rûsya, Tirkiyê û DAIŞ’ê ve were bikaranîn da ku kaosê li welat û herêmê pêk bîne.
Ev yekbûn tecrûbeyeke ji bo Şamê ye, ka çi qas dikare rêveberiyeke herêmî ya baş û zelal ava bike ku navendîbûnê kêm bike û aramiya siyasî pêk bîne.