Piştî serdana serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Çînê û hevdîtinên wî bi serokê Çînê Xi Jinping re, di aliyê Aborî de gelek guhertin derketin pêş.
Serdana Donald Trump ji bo Pekînê ya hefteya borî, dibe ku li gorî pîvanên civînên bilind ên Amerîka-Çînê tenê encamên nerm bi xwe re anîbin, lê sûdeke eşkere ji bo Çînê nîşan da.
Piştî serdana Trump gumrika li ser berhemên Çînê tê kêmkirin
Piştî lûtkeya şerê bazirganî yê sala borî, her du welat vegeriyan rewşa xwe ya naskirî ku ew jî rûbirûbûna aborî û stratejîk e.
Çîn û Amerîkayê li ser van xalan li hev kirin:
- Kêmkirina bacên gumrikê û çareserkirina astengiyan.
- Çareserkirina pirsgirêkên bazarê.
- Zêdekirina bazirganiya çandiniyê.
Çîn û Amerîkayê li ser avakirina komîteyeke hevbeş li hev kirin
Di heman demê de Çîn û Amerîkayê li ser avakirina komîteyeke bazirganî ya hevbeş li hev kirin.
Armanca vê gavê rêgirtina li ber wan nakokiyên bazirganî ye ku di salên borî de ziyaneke mezin dabû aboriya her du welatan.
Li gorî amaran, şerê bazirganî bandoreke tund li qebareya danûstandinên di navbera Pekîn û Waşingtonê de kiriye.
Sala 2025’an, hinardekirina Çînê ya ji Amerîkayê re bi qasî 130 milyar dolarî kêm bû.
Li aliyekî din, hinardekirina Amerîkayê ya ji Çînê re jî bi rêjeya ji sedî 25 kêm bû û daket 106 milyar dolarî.
Heta sala 2018’an, baca gumrikê ya li ser kelûpelên Çînî li Amerîkayê tenê ji sedî 3,1 bû, lê ev rêje sala 2024’an gihîşt 10,9 ji sedî û sala 2025’an rekoreke nû tomar kir û gihîşt 31,6 ji sedî.
Heta li ser hinek kelûpelên wekî alumînyum û hesin, baca gumrikê gihîştiye nêzîkî 70%.
Vê bilindbûnê ziyaneke mezin daye şirketên Çînî, weke şirketa Shodayê ku ji bo markayên Amerîkayê pêlavan berhem dide, ji ber van biryaran firotina wê bi rêjeya 40% kêm bûye.
Rêvebera Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê ya li Başûrê Çînê Harley Seydin destnîşan kir ku serdana Donald Trump a Çînê dê bibe sedema berfirehbûna hevkariyan û got:
"Bi baweriya min, ev serdan dê bibe sedema kêmkirina bacên gumrikê ku ev mijareke gelekî girîng û bingehîn e."
Serdana Trump a Çînê di demekê de ye ku şerê bi Îranê re û bilindbûna buhayê enerjiyê, fişareke zêde li aboriya her du welatan kiriye.
Ne tenê Çîn hewcedarî bazara Amerîkayê ye, lê çavên cotkarên Amerîkayê jî li vegera bazarên Çînê ne.
Şerê bazirganî salane bi qasî 90 milyar dolarî ziyan gihandiye cotkarên Amerîkayê.
Jim Sutter: Çîn û Amerîka hev temam dikin
Rêveberê Encumena Hinardekirina Soyayê ya Amerîkayê Jim Sutter li ser peywendiya her du welatan got:
"Ev peywendî hev temam dikin; Çîn hewcedarî hawirdekirinê ye û Amerîka jî hewcedarî firotina berhemên xwe yên zêde ye, lewma ev peywendiyeke gelekî pêwîst û baş e."
Di nav guhertinên aborî yên derketî de, duh Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê destûr da rakirina cezayên ku destûr dida welatên wekî Hindistan ku petrola Rûsyayê bi rêya deryayê bikire.
Ew jî piştî ku mehekê dirêj kir da ku kêmasiya dabînkirina petrolê û zêdebûna bihayê ji ber girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve çêbûye, sivik bike.
Her wiha wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bisent berê gotibû ku ew ê biryara giştî ya ku destûrê dide kirîna petrola Rûsyayê ya li ser tankeran hatî hilanîn, nû neke.