Namo Fazil li salona Intuit Domeyê hat pêşberî hevrikê xwe yê Amerîkî Jake Babian.
Di nîvê yekem de, Babian bi awayekî pir êrîşker dest pê kir û bi lêdanên xurt fişar li Namo kir, lê lîstikvanê Kurd bi tektîk û berxwedaneke mezin li ber xwe da.
Di deqeya 58'an de, Namo Fazil bi zîrekiyeke mezin şer xist destê xwe.
Bi teknîkeke dijwar bi stûyê hevrikê xwe yê Amerîkî girt.
Namo Fazil serkeftina xwe ya 10’mîn bi dest xist
Babian li ber wê fişara giran nekarî raweste û berî ku ziyaneke mezin bibîne, bi destê xwe nîşan da û radest bû.
Bi vê serketinê, rekora Namo Fazil niha pir xurt e, 10 serketinên wî hene û tenê carekê têkçûnek dîtiye.
Vê serkeftina mezin, ku li ser Netflix zindî hat weşandin, rê li ber Namo vekir ku di pêşerojeke nêzîk de bibe yek ji lîstikvanên cîhanî yên herî baş ên UFC’yê.
Niha Namo Fazil, di cîhana MMA’yê ya Amerîkayê de, wekî yek ji stêrkên herî geş tê naskirin û serkeftina wî navê Kurdan careke din li navendên werzîşê yên cîhanî bilind kir.