Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê buhayê kirîna genim destnîşan kir

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê buhayê kirîna genim destnîşan kir. Li gor biryara ku duh roja şemiyê ji aliyê Wezareta Aborî ve hat derxistin, wê hikûmet her kîloyek genim bi 4600 lîreyên Sûrî bikire. Her tonek bi 4 milyon û 600 hezar lîreyan, li gor pereyên nû jî 46 hezar lîre ye, lê li gor nirxê dolar li hember lîreya Sûriyê, her tonek genim 330 dolarên Amerîkî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî 3 salan ji hişkesaliyê, îsal li Rojavayê Kurdistanê baraneke zêde bariya û bandoreke erênî li çandiniyê kiriye, bi taybetî li genim û ceh.

Bi barîna vê baranê re, dilê cotkaran xweş bûye.

Her kîloyek genim bi 4600 lîreyên Sûriyê tê kirîn

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Sûriyê buhayê genim ji bo demsala 2026’an destnîşan kir, buhayê genimê radeya yekem bi 46 hezar lîreyên Sûrî ye. 

Her toneke genim derdora 330 dolarên Amerîkî ne.

Wezaretê ev di biryarekê de belav kir û da zanîn: "Ev gav ji bo piştevaniya berehmên çandiniyê û ewlekariya xwarinê ye."

Her tonek genim bi 330 dolarên Amerîkî tê kirîn

Bi vê biryara Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Sûriyê, li gorî ku cotkar dibêjin, rewşa wan kambax dike û  ev buha têra lêçûnên wan nake.

Destnîşankirina buhayê kirîna genim û berhemên din ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve, bandoreke rasterast ne bi tenê li kesên xwedî erd û cotkaran dike, lê belê ev biryar bandoreke neyînî li rewşa aborî bi temamî dike.

Buhayê bilind ê mazot, derman, gubre û tovan barê aborî li cotkaran giran dike.

Par Rêveberiya Xweser her tonek genim bi 420 dolaran dikirî

Sala borî Desteya Çandinî û Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her kîloyek genim bi 42 sentên Amerîkî ji cotkarên herêmê kirî, her tonek bi 420 dolaran hat kirîn.

Her wiha Hikûmeta Sûriyê jî buhayê her tonek genim bi 320 dolarên Amerîkî destnîşan kiribû û 130 dolar jî li ser her tonekê wek alîkarî dida cotkaran, bi vê yekê ji bo her tonekê cotkaran 450 dolarên Amerîkî werdigirt.

Li Cizîrê 1306440 donim genim hatine çandin

Li gorî amaran, li herêma Cizîrê rûbera çandina genim nêzîkî 1 milyon, 306 hezar û 440 donimî ye, ya ceh jî 108 hezar û 870 donim e.

Sebzeyên zivistanê jî li 65 hezar û 322 doniman hatine çandin.

Li Sûriyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, çandinî çavkaniya sereke ya dahata piraniya welatiyan e.

Sala ku çandinî baş be, rewşa giştî jî di aliyê aborî de baş dibe, lê sala ku çandinî tê de nebaş be, wek sala bêxêr tê dîtin û tevaya karên din dikevin bin bandoreke xerab a hişkesaliyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye