Li Sûriyê rojane hem ji aliyê pêdiviyên jiyanî hem jî dayîna mûçeyan dibin sedema derketina krîzan.
Li dehan sazî û dezgehên giştî yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dayîna mûçeyên karmendan dereng maye, tevî ku nêzîkî 18 roj ji ser dema dayîna mûçeyan re derbas bûye.
Vê yekê, di meha Remezanê de bi hezaran karmend bê pere hiştine.
Li gorî karmendên çend saziyan, hewldanên wan ên ji bo lêpirsîna sedemên derengketinê, bersivek zelal peyda nekiriye.
Karmendan diyar kirin ku rêveberên beşên darayî yên li hin saziyan bersivên zelal nedane.
Her wiha hat destnîşankirin ku şîroveyên belav dibin ji hev cûda ne, hin kes dibêjin ku bernameyên dayînê ji Wezareta Darayî re hatine şandin, hin kesên din derengketinê bi kêmbûna pereyên di xezîneya dewletê de, girê didin.
Li gorî agahiyan, li gundewarê Şamê hejmarek ji mamosteyên li herêma El Malihayê ji rêveberiyên dibistanên xwe re ragihandine heta ku mûçeyên wan neyên dayîn, ew nikarin kar berdewam bikin.
Karkeran jî behsa newekheviya di mekanîzmayên belavkirina mûçeyan di nav hin saziyan de kir.
Karkerên ji Idlibê 400 heta 3000 dolarî werdigirin
Hat gotin ku karkerên bi girêbest ên ji Idlibê mûçeyên xwe bi dolarên Amerîkî, ji 400 dolar heta 3 hezar dolar, werdigirin.
Karmendên hikûmetê yên daimî mîlyon û 200 hezar lîreyên sûrî werdigirin
Di heman demê de karmendên her tim yên di saziyên Hikûmetê de, hîn mûçeyên xwe wernegirtine, tevî ku mûçeyên wan ên giştî bi qasî 1.2 mîlyon lîreyên Sûrî ye.
Pispor û çavdêrên rewşa lêçûna jiyanê dibêjin ku derengketina dayîna mûçeyan di meha Remezanê de pêk hat, ev jî bû sedem ku bihayên xwarinê zêde bibe.
Hat diyarkirin ku buhayê pêdiviyên jiyanî li gorî sala borî ji sedî 50 zêdetir bûye.
Pisporan gotin ku pirsgirêk bi zêdebûna bihayan ve sînordar nîne, lê ji ber derengketina mûçeyan rewşa jiyanî di nav malbatan de xerabtir dibe, ku gelek malbat neçar mane ku kirînên xwe kêm bikin.