Lezgin

Lîreyê Tirkiyê li beramber Dolar dihele

reset font size increase font size

Ji ber polîtîkayên siyasî û fînansî yên şaş li Tirkiyê nirxê dolar li hember Lîreya Tirkî bilind bûye.

Li Tirkiyê Ekonomîstên herêmî diyar kirin ku di van salên dawî de, ji ber polîtîkayên fînansê yên şaş, li Tirkiye enflasyon gihîştiye ji sedî 70`ê.

Cara yekem di dîroka Tirkiyê de nirxê dolar li hember Lîreya Tirkî gihîştiye 34.80 Lîreyan. Li bazaran danûstandin û îstîkrara aboriyê lewaz kiriye. Li ser asta civakî, bi taybet li bajarên wekî Enqere û Stenbolê hêza kirîn, asta jiyana gel kêm kiriye û bûye sedema îflasa gelek şîrketên li Tirkiyê û bandoreke pir neyînî li Bakurê Kurdistanê jî kiriye. Ji ber van sedeman hêrsa gel dest pê kiriye û nerazîbûn li dijî giraniya mal û xwarinê nîşandan.

Tevî vê rewşê jî hikumeta Tirkîyê îddia dike ku ew li ser planeke demdirêj dixebite da ku bazaran bi rêkûpêk bike. Lê belê, raya gîştî ya Tirkiyê hîn jî li benda çareseriyeke pratîkî û bi leze.

Dîlber Ehmed Hecî

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24