Taybetmendiya Penîra Pûle ya herî mezin ewe ku bi şîra kerê Balkanan tê çêkirin.
Nirxa penîra Pûle, kirêya xaniyan a gelek kesî zêdetir e.
Li gorî hesabên IFL Science, ev penêr ku di sala 2016’an de bi qasî 1.700 dolarî ji bo her 450 gramî dihat firotin, îro tevî enflasyonê, bi qasî 2.300 dolarî ye.
Şîrê kerê ji sedî 60’ê penîrê Pûle pêk tîne, ku rengekî wê spî yê û tevnûrekî perçe perçe ye.
Şîrê kerê hem kêm e û hem jî hilberandina wê dijwar e. Kerê mê dikare di rojekî de herî zêde 2 lître şîr hilberîne. Lêbelê, çêlekek asayî dikare di rojekî de di navbera 30 û 45 lître şîr hilberîne. Wekî din, makîneyek taybet ji bo şîr dotina kerê tune. Hilberînerên penîra Pûre hîn jî bi destan têne kirin.
Slobodan Sîmîc ku li Parka Xwezayî ya Zasavica li Sirbiyayê Pûle hildiberîne, di sala 2019’an de ji SBS Sirbîan re got: “Ji bo kîloyek penîr nêzîkî 25 lître şîrê kerê hewce ye. Ev tê wateya ku nirxa şîr bi qasî hezar euro ye. Qalibê penîr pir xurt e û tama wê jî pir dewlemend e.”
Ji aliyê çêjê ve, Pûle bi penîrê Manchego yê Spanyayî re tê berawirdkirin. Lêbelê, tama vê çêjê ne hêsan e. Hilberîna wê bi sînor e û bihayê wê pir zêde ye. Kesên ku dixwazin Pûle biceribînin, dibe ku neçar bimînin ku biçin çavkaniya wê, zozanên Zasavica li bakurê rojavayê Sirbîstanê.
Ew ne tenê tamê, di heman demê de şifayê jî pêşkêş dike
Şîrê kerê di demên berê de jî wekî çavkaniyek şîfayê dihat hesibandin. Şîrê kerê, ku wekî şîrê herî nêzîkî şîrê dayikê tê zanîn, xwedî taybetmendiyên xurtkirina parastina laş û dijî îltihabê ye. Li gorî efsaneyê, Kleopatra her roj bi şîrê kerê re serê xwe dişûşt da ku bedewiya xwe biparêze.
Penîra Pûle, dibe ku penîra herî buha ya cîhanê be lêbelê, navdarîn penîra kevin; penîra Kefir ku di serdema Bronz de li ser mûmyayan tê dîtin. Penîra herî xeter jî, penîra Casû Marzû ya Îtalyayê ya ku di nava wê de kurmên zindî hene.