Berdevkê Dadweriya Îranê Esxer Cîhangîr îro (29’ê Hezîran) ji ajansa Mîzan re ragihand ku 71 kes di encama êrîşa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evîn a Tehranê de hatine kuştin.
Esxer Cîhangîr ji ajansa Îranî re da zanîn ku di nav kuştiyan de karmendên rêvebirinê, leşker, girtî û malbatên girtiyan ên ku serdana wan dikirin û welatiyên li derdora girtîgehê dijîn, hebûn.
Di 13ê Hezîrana 2025’an de, Îsraîlê êrîşên esmanî yên berfireh li ser tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê da destpêkirin, Îran jî bersiv da û şerê navbera wan 12 rojan dewam kir.
Di 23’ê Hezîranê de, Îsraîl êrîşek li ser girtîgeha Evîn pêk anî bû, berpirsên dadweriyê gotibûn ku avahiya girtîgehê zirar dîtiye, lê tu agahiyên berfirehtir parve nekiribûn.
Girtîgeha Evîn yek ji girtîgehên herî mezin e li bakurê rojavayê Tehranê ku ji bo siyasiyan, dijberên sîstema rejîma Îranê, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan hatiye avakirin.
Ebîr Muhemed