Lezgin

'Pirsgirêka mûçe û petrolê didome'

reset font size increase font size

Li gorî agahîyên çapemenîya Başurê Kurdistanê parvekiriye, civîna danustandinên rayedarên Başûrê Kurdistan û Hikûmeta Iraqê ya derbarê muçeyên karmendan û dahatên petrolê hatibû despê kirin, wê îro bidome.

Çapemeniya başûr ku xwe dispêre çavakaniyek ji Hikumeta Herêma Kurdistanê, diyar kir ku li ser dosyaya dahatên petrol û derveyî pêtrolê û para Başûrê Kurdistanê ji dahatên Iraqê bi danustandinan dê were zelal kirin.

Çavkaniyê eşkere kir ku li ser mijara petrolê gavên girîng hatiye avêtin û ji bo bi çareseriyek derkeve holê alî danûstandinên girîng pêşxistine. Herêma Kurdistanê amedeye ku %50’ê dahatên derveyî petrolê radestî Bexdayê bike.

Hat ragihandin ku dema şandeya Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şîa El-Sudanî re serdana Hewlêrê kiribû wê demê li ser çareseriya gelek mijarên navborî biryar girtine.

Weke tê zanîn serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 25ê Hezîranê de serdana Iraqê kir û hate ragihandin ku di vê serdanê de li ser pirsgirêka mûçeyên karmenda sekinîne.

Viyan Soran Kara

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24