Tuncer Bakirhan, di komcivîna partiya xwe de li Meclisê axivî.
Rojeva sereke ya komcivîna DEM Partiyê, pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtîk û êrîşên li ser muxalefetê bûn.
Tuncer Bakirhan, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pê de çû:
“Di vê pêvajoyê de li benda sekinandina piştrastkirina pêvajoyê bimînin, dê pêvajo bi derengî bikeve û dê ev yek xizmeta kesên li dijî pêvajoyê bike.
Birêz Devlet Bahçelî got hewcehî bi xwemijûlkirinê ve tune ye.
Lê ji kê re dibêje? Kî divê gav biavêje? Gavên pêwîst demildest biavêjin.
Ji bo wê jî, bêyî çêkirina qanûnan dikarin biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk bînin û sepanên qeyiman bi dawî bikin.
Ji bo aştiyê em li her derê digerin.
Dem dema xurtkirina aştiyê ye.
Hemû kes li pey edalet û maf in.”
Bakirhan: Ji desthilatê re hiqûqê cuda û ji muxalefete re cuda nabe
Tuncer Bakirhan bertek nîşanî zextên desthilatê yên li ser muxalefetê da û wiha berdewam kir:
“Desthilat ji bo çewisandina muxalefetê hiqûqê bikar tîne.
Ji desthilatê re hiqûqê cuda û ji muxalefete re cuda nabe.
Wezîrê Karên Hundir dibêje bi hezar û 48 şaredariyan re lêpirsîn hatiye vekirin.
Ji van şaredariyên ku di der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, 472 şaredarî yên AKP, 217 şaredarî yên CHP, 78 şaredarî yên MHP û 16 şaredarî jî yên DEM Partiyê ne.
Herî kêm şaredariyên me ne.
Yanî şaredariyên ku herî zêde di der barê wan de lêpirsîn hatiyê destpêkirin ên AKP’ê ne.
Lê çima sepana qeyiman ji bo muxalefetê tê sepandin ji AKP’ê re nayê sepandin?
Ew jî di wateya hiqûqê li gorî partiyan de pêk tê.
Em ji birêz Wezîr re dibêjin; ev çi hiqûq e. Em hiqûqekî wiha qebûl nakin.”
Bakirhan: Divê polîtîkayeke ku bikaribe pêşiya krîzê bigire bê pêşxistin
Di dawiyê de, Tuncer Bakirhan bal kişand li ser krîza aborî ya li Tirkiyê û got her ku diçe dijwartir dibe û wiha bidawîkir:
“Şerê aboriyê heye û bandoreke mezin li ser debara mirovan dike.
Divê polîtîkayeke ku bikaribe pêşiya krîzê bigire û piştgiriya welatiyan bike were pêşxistin.
Divê bi nêrîneke demokratîk li aboriyê binêrin û di debara hemû welatiyan de bifikirin.”