Li Başûrê Kurdistanê belavkirina alîkariyên darayî

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê sibe (6'ê Mijdarê) dê dest bi belavkirina alîkariya darayî ya Hevpeymanan a ji bo meha Cotmehê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ragihand ku duh alîkariya darayî ya Hevpeymanan a ji bo meha Cotmehê kete ser hesabê Wezareta Pêşmerge.

Li gorî daxuyaniyê, îro Rêveberiya Giştî ya Bûdce û Bernameyan (Jimaryariya Leşkerî) dê dest bi rêkarên darayî û jimariyê ji bo temamkirina amadekariyan bikin û sibe dê dest bi belavkirina alîkariyê bê kirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, di vê mehê de zêdetirî %97 ji efser, pileder û Pêşmergeyan dê bi rêya Projeya "Hejmara Min" alîkariya Hevpeymanan bi rêya sîstema bankê werbigirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye