Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya

reset font size increase font size

İro Civîna asayî ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Mesrûr Barzanî û bi amedebûna bi Cigîrê Serokwezîr Qubad Talebanî, li ser pisgirêka mûçeyên fermandaran û rewşa sîgorteya civakî ya karkeran li Hewlêrê li dar xist.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku civîn liser esasê 2 xalan pêk hatiye.

Xala Yekem:

Gotûbêj kirina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û çarenivîsa mûçeyên fermandaran tê kirin ku ev du mehin bi biryareke “Nedestûrî`` ya Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê, şandina heqdestên darayî yên Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin. Herwiha hewldanên dawî yên ji bo çareserkirina vê pisgirêkê dê bên nirxandin.

Xala Duyem:

Pêşkêşkirin û gotûbêjkirin raporeke Wezareta Karûbarên Civakî, Rêveberîya Giştî ya kar û sîgorteya civakî.Ev rapor taybet e bi mijara teqawîtkirî û sigorteya civakî ya karkeran li Herêma Kurdistanê û dê tê amar û zanyarên yên nû yên derbarê pêşketinên di vî warî de bên pêşkêşkirin.

Viyan Soran Kara

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye