Artêşa Îsraîlê raghandin ku li Bakurê Xezeyê di teqînekê de 7 leşkerên wan hatin kuştin û yek bi giranî birîndar bû.
Artêşa Îsraîlê ya fermî-IDF daxuyand ku erebeyeke wan a bizirx, ya endezyariya şer, li Bakurê Xezeyê, li bajarê Xan Yunisê di opersyona paqijiya mayînan de, di encama teqîneke bi hêz de, 7 leşkerên wan hatin kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.
IFD tenê nasnameya 6 leşkerên ku temenê wan di navbera 19-20’an de bûn eşkere kir. Li gor hêjmara fermî, ji destpêka şer ve heya niha, zêdetirî 860 leşker hatine kuştin, ji wan zêdetirî 400 leşker di hundirê Xezeyê de, yên din jî li deverên cûda hatine kuştin.
Dîlber Ehmed Hecî