Li gorî nûçeyeke rojnameya The Timesê ku xwe dispêre belgeyeke dîplomatîkê a îstîxbarata Amerîka û Îsraîlê, diyar kiriye ku Rêberê Bilind ê nû yê rejîma Îranê Mucteba Xameneyî ji ser hişê xwe çûye.
Li gorî heman çavkaniyê, belgeyên dîplomatîkê ên ku bi welatên Kendavê re jî hatine parvekirin, eşkere dikin ku Mucteba Xameneyî li bajarê Qûmê, di bin dermankirinê de ye.
Hat ragihandin ku rewşa wî pir giran e û nikare beşdarî biryarên rêveberiya rejîmê bibe.
Her çend rayedarên Îranê jî dibêjin ku ew li ser karê xwe ye, lê ji destpêka şer û vir ve, ti deng an dîmenên wî nehatine weşandin.
Ev rewş dibe sedema valahiyê ya desthilatdariyê û pirsên li ser 'kîjan hêz Îranê bi rê ve dibe' zêdetir dike.
Mucteba Xameneyî piştî ku bavê wî Elî Xameneyî di 28'ê Sibatê de di êrîşa Ameraîka û Îsraîlê de hat kuştin, hatibû ser desthilatê.
Lê tê gotin ku ev çend hefte ne, nikare Îranê bi rê ve bibe.
Ev yek gumanan zêde dike ku niha di rastiyê de kontrola Îranê di destê Supaya Pasdaran (IRGC) de ye yan na?
Parêzgeha Qûmê cihê herî girîng ji bo dewleta Îranê ye
Parêzgeha Qûmê di pêvajoya diyarkirina xelîfeyê Xameneyî de bûye navendeke krîtîk.
Di destpêka adarê de, dema ku Civata Pisporan ji bo hilbijartina rêberan diciviyan, avahiya wan li Qûmê ji aliyê Îsraîlê ve hatibû lêdan.
Ev yek nîşan dide ku civînên desthilatê ji bo birêvebirin û şerê leşkerî li heman navendê tê kirin.