Li herêmên ku di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ne, tevlihevî û alozî dewam dikin.
Li gorî ajansa ANHAyê, duh êvarî 11 êrîş, hewldanên revandin û qeza çêbûn.
Di encama van êrîşan de, 8 kes hatin kuştin, di nav de jinek û zarokek hene.
Çavkaniyên xwecih ji bajarê Qesîr ê gundewarê Humsê ragihandin ku
ciwanê Xiristiyan ê bi navê Naşid Kasûha ê gundewarê Humsê, li pêşiya mala xwe, ji aliyê komeke çekdar a rûgirtî ve hat gulebarankirin.
Li Humsê jinek û zarokekê jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Humsê jî erebeya hêzên ewlehiyê pêl zaroka bi navê Beraa kir.
Hate diyarkirin ku Beraa jiyana xwe ji dest da û endamên hêzên ewlekariyê reviyan.
Li heman bajarî firoşkarek bi navê Qeys Xedûr di firoşgeha xwe li taxa Beyt Tewîl de hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Hedara ya bajarê Humsê jî jinek ciwan bi navê Cûlya Midyen Salim ji ber zextên heyî, xwe ji belkona malê avêt û dawî li jiyana xwe anî.
Li Reqayê çekdarên Hikûmeta Sûriyê hatin kuştin
Li bajarê Reqayê jî di êrîşeke çekdarî de, 2 çekdarên wezareta parastinê ya Hikûmeta Veguhêz hatin kuştin.
Her wiha li gundê Wasit ê Silûkê 2 endamên hêzên ewlekariya hundirîn di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.
Li Laziqiyê rojnamevanek hat kuştin
Li gundê Nînî yê Qirdaha yê ser bi Laziqiyê ve rojnamevan Elaa Mihemed kuştî li mala xwe hat dîtin.